Weqfa Jina Azad a Sûrî projeyên hevbeş û yên jinên herêmî (rêxistinên wan) yên li Rojava û bakurê Sûriyeyê diafirîne, rêxistin dike, dimeşîne û piştgirî didê. Bi projeyên xwe li ser pêdiviyên ji aliyên jinan ve hatine diyarkirin disekine. Proje bi jinên li herêmê re bi awayekî hevbeşî tên afirandin. Di her projeyê de tîmeke jinan perwerdehî dibîne, ku paşê serbixwe karê rêveberiyê dike. Weqf li gorî pêdiviyan bi riya pisporî, madî û/yan jî aborî piştgirî dide. Di realîzekirina her projeyê de toreke berfireh ya herêmî û carinan jî navneteweyî ked didin. Tevahiya projeyên weqfê yên hete niha xwedî karektereke xwe-dîsîplênê bûn û piştgiriya pêşxistina civakeke azad û exlaq ji xwe re kirine armanc.