Bexçê û hêlînên zarokan

Jiyana jin û zarokan a rojane li Rojava û Sûriyê di van salên borî de, di bin bandora şer, embargo û şîdetê de derbas bû. Hînê jî jiyan bi gelek şêweyan di bin vê zehmetiyê de derbas dibe. Pêşeroj, ji ber êşa kesê xwediyê şehîd, malbatên ji hev qetî, zextên êrîşê Tirkiyeyê, tinebûn û kêmasî, pewîstiyên rojanê hînê ne diyar e.

Dayik û tevgera jin jiyanê li ser linga digirin. Dayik her tişt e. Ew berpirsiyariya perwerda zarokan, afirandina pêwistiyên xwarin û vexwarinê, lênêrîna tendûristiyê û pêdiviyê aborî yên malabatê girtine ser xwe. Gelek dayik cara yekem bi riya Şoreşa Rojava û Bakurê Sûrî bi perwerdeyê re rû bi rû man û cara yekem li derveyî malê xebitîne. Di lêkonlîneka Weqfa Jina Azad a Sûrî a sala 2014an de gelek jinan daxwaza mafê lênihêrîna zarokan bi awayekî pîşedar kirin. Bi vî awayî WJAS biryar da ku bexçên zarokan werin avakirin.

Berê, bi tevahî bexçeyên zarokan di bin bandora perwerdeya rejîma Esed de bûn, dazgehên zarokên malnêrînê tine bûn. Rejîma Esed, bexçeyên zarokan weke fêrgehên bijaftinê û erebkirina civakê hatibûne amedekirin. Di dibistan û bexçeyên zarokan yên rejîmê de heta îro, ji bilî erebî û îngilîzî hemû ziman qedexe bûn. Ev dibû sedema windabûna ol û pirrengiya pêkhateyên di Sûrîyeyê de dijiyan. Rêbaza fêrbûnê a ku tê bikaranîn, a jiberkirênê bû.

Daxwaza me li hember konsepta pêşdibistanên heta niha ev e ku em pêşxistina kesayetiya zarokan di Baxçeyên Zarokan de derxin pêş. Piştgiriya pêşxistina dê û bav û zarokan, di malbatê de û wek dên pêşxistina zimanê dayêkê û nexasim zimanê Kurdî mîsoger bikin.

Ji zarokan re bernameyên berfireh ên tevgerê, mûzîkê, boyaxkirinê, pevxistinê û alîkariya ziman têne pêşkeş kirin. Ji bo piştgiriya pêşxistina zarokan, bi ser û ber xeberdan, xeberdanê bi rû bi rû, yên tê de zarok daxwazê xwe, rexnê xwe û pêşniyarê xwe bînin ziman, pêk tên.Lê zarokên di bin bandora encamên şer de derbas bûbin, yên xwediyê xwe wenda kirin, yên feqîr û penaber bûbin, bi hestiyarî li wan tê nêrîn.

Bi dê û bavan re sererast li ser mijarên wek qonaxên pêşketina zarokan, pêştgiriya pêwist a zarokê, baldarî û cî ji bo pêşketinê û hwd. axaftin pêk tên. Lê wekî din di malbat û civakê de guftûgo li ser pirsa zayendê, bandora şer, şidet, embargo û hwd encamên zîhniyeta feodalî li ser zarokan çêkirine pêk tên. Di vê mijarê de helwesta lêneran ji bo pêşketina zarokên bexçe û hêlîna zarokan giring e.

Lêner çiqas derfet û qabîliyeta zarokan his bikin, wiqasî derfeta xurt kirin û afirandina keseyatiya wan pêkan e. Zarok bi giştî hewceyî fêrbûn û pêşxistinê ne. Weke ji bo dê û bavan kifşkirina qebîliyet û huner, fêrbûn û xwe bi rêk û pêk kirin, pêşxistina fikir û raman ji bo zarokan jî giring e.

Lênerên bexçeyên û hêlîna zarokan mehane perwerdê li mijarên cuda cuda de dibînin. Bi ser ve, her sal jî peşvebirinê pir rojî pêk tên, mînak li ser mijarê qonaxên pêşxistina zarokê, pedagojiya trawmayê, piştgiriya ziman û hwd. Di halê hazir de WJAS, li Qamîşlo 7, li Girkê Legê 2, li Dêrikê 1 û li Kobanê jî xwediyê 1 bexçeyê zarokan e. Dema pêş em e bexçe û hêlîna zarokan li bajarên din wek Reqa û Tepqa jî vekin. Em avakirina baxçeyên xwe yên zarokan yên pirçandî wekî xebateke ji bo hevjiyenake aştiyane ya pêşerojê dibînin.

Em ji xwe re avakirina bexçeyên zarokên yên pirçandî wek alikariya jiyaneke aşitiyane a pêşeroja bihevre dibînin. Lênerê baxçe û hêlîna zarokan beşek ji Komiteya Perwerdeya Demokratîk e û maşê wan ji sala 2017an ve Wezareta Jinê dide. Em ji bo bikaranîna konsepta wekheviya zayendî perwerdê, ji sala 2015/16an ve alikariyê ji rêxistina Feminist Trust digirin.