Gundê Jinwar

Di 10ê Adara 2017an de Kongreya Star (Tevgera jinan li bakurê Sûriyeyê), Jineolojî (Zanista jinê) û WJAR nêzîkî bajarê Serê Kaniyê dest bi projeya avakirina Jinwa gundê jinan kir. Jinwar tê wateya warê jinan ango welatê jinan.

Ev ‚cihê jinan‘ di dilê Rojava de tê avakirin. Ji ber êrîşên curbicur û yên hovane yên ji ber pederşahiyê ku li jinan û civakê tên kirin, rêxistina jinan li bakurê Sûriyeyê projeyên mînak pêk tîne, ku jiyaneke hevpar a alternatîv, aştiyane û azad ya ji aliyê jinan ve pêk tê wekî bingeh digirin. Niştecihên Jinwarê bi hev re hewl didin, ku jiyanekê ava bikin, ku her jin bikaribe potansiyela xwe bêyî bandora perçiqandinên saziyên pederşahî ê kapîtalîst, derxe der. Ev gund li ser bingehên prensîbên xweserî û xwenûkirinê û bi armanca ku jin derfeta xwerêxistinkirinê bi dest bixin hatiye avakirin. Heywanên jinan hene û li baxçeyên xwe sebze û fêkiyan diçînin. Bi giştî 30 xanî, dibistanek, akademiyek, navendeke hekîmtiya xwezayî û navendeke çandê hatine avakirin. Avahîsaziya vê derê çandî û ekolojîk e. Ji bo avakirina avahiyan kerpîçên bi xwe çêkirine û materyalên xwezayî bi kar tînin. Ji rêxistinkirina serbixwe ya tevahiya beşên jiyanê li gorî daxwaz û kanînên jinan bi demê re înîsiyatîvên din jî tevli bûne. Ev gund ji aliyê jinan ve ji bo jinan hatiye avakirin. Jinên ji her netewe û dînê bi zarokên xwe re dikarin werin Jinwarê. Jinwar dixwaze bi zanist û karînên nû û kevin yên jinan civakeke adilane û azad ava bike.

Ramanê avakirina gundekî jinan li Rojava hêj beriya gelek salan hebû. Ev raman xwe digihêjîne fikrên Abdullah Ocalan û bi mijûlbûnên kûr yên bi dîroka dirêj û perçiqandî ya civak, cî û utopiyên dayiksalariyê afirî.

Jinwar ji jinên çar parçeyên cîhanê piştgiryê digire, ev ji bo gelekan îlham e û li Jinwarê xewna gelek jinan, ku li jiyaneke alternatîv digerin pêk tê. Li bakurê Sûriyeyê Jinwar bi tevahiya rêxistin û akademiyên jinan re dixebite. Lewre serdana gund ya ji bo perwerdehiya kademiyan xaleke girîng ya mêvandariyê ye, ku ji bo rola alternatîv ya jinan û modelya jiyanê dibe mînak. Di hezîrana 2018an de kampa yekemîn ya Jinolojiyê ji bo jinên ciwan li Jinwarê pêk hat. Di dawiya tîrmeha 2018an pergala enerjiya rojê li ser baniyên xaniyan hatin sazkirin, ku bi vê yekê re gaveke girîng ji bo bikaranîna karebayê ya serbixwe û ekolojîk hat avêtin.

WJAS piştgiriya fînansî ya gundê jinan dike, ku bikaribin projeyên xwe pêk bînin.

Hûn dikarin agahiyên berfirehtir yên li ser gund li vê derê bibînin: http://jinwar.org

Têkilî: jinwar@riseup.net
Malper: http://jinwar.org