Weqfa Jina Azad di sala 2015an de li Rojava û Bakurê Sûriyê dest bi karê tendirûstiyê a civakê kir.
Di destpêkê de ji ber şer, karê tendirûstiyê gelekî lawaz bû. Pir mirov heta îro ne dikarîn tedawî bibin, ne jî dermanan werbigirin. Jiber van egeran nexweşiyên biçûk jî nayên tedawîkirin, nexweşî xirabtir dibin û ji însanan re dikarin bibin barekî cidî û giran. Bijîjk ji ber êrîşên li ser saziyên tendirûstî an jî di çûyina karê bihawarê de jiyana xwe ji dest dan, hinek ji ber zêdebûna şer ji Bakurê Sûriye reviyan, bi ser de rejîmê, xizmeta nexweşxaneyan betal kir. Kar û barê bijîjkên ma yin giran bû û hînê jî giran e. Jiber ku berpirsiyariya tendûristiya gel li ser pişta kêm kesan e. Zêdetir barê giran ê derûnî yên mirovan û kêmbûna alavên şewatê di zivistanê de ji 2012 heta 2015a bû sedem ku hejmara nexweşiyan zêde bibe.
Jiber enflasiyonê û embergoya dîjwar derfetên lêniherînê kêm dibin, penaberên ji qada ji Sûriye û Îrakê rêviyan ketine bin zexta belavbûna Epidemiya berwext.
Jinên ji gelek taxên Qamîşlo li ji Weqfê re daxwazên xwe û yên zarokan derbarê lênêrina tendirûstî de anîne ziman. Çi ji aliyê kêmbûna têgihandinê û çi aliyê kêmbûna aborî ve gelek dayik ketine bin bandora zextê de.
Ji virve Weqif bi komînên jinan û Yekîtiya Bijîjkan re van xebatên jêr dimeşîne:
– Em semînarê tendirûstiyê li ser mijarên wek miamelaya bi nexweşiya şekir, dil, gurçik, edirê re, encamên bûyerên trawmatîk, mînak encamên bûyerin di şer û rev ê de, organîze(bi kar) tînin û hwd. Di semîneran de nexeşî, semptom û encam têne şîrovekirin. Di xilasekê de beşdarvan dikarin baştirîn nexweşiya nas bikin û texmîn bikin û fêr dibin kengî bi bijîşk re bişêwirin. Lê ew fêr dibin ku karibin bi mexduran re çawa di jiyana rojane de derbarê xwarin, pêşniyarên tevgerê, dayina dermanan û derbarê nexweşiyên derûnî de jî bibin alîkar.
– Perwerda xebatkarên tendirûstiyê (di 45 rojan de her roj 3 saetan) lê zêdekirina Qursa Alîkariya-Destpêkê ye. Jin dikarin pişt re nexweşiyan nasbikin û pêvajoyê texmîn bikin, nexweşan li mal bi alikariya bijijkî ve lê binêrin, dema bûyer de û birîndariyê de alîkariya destpêkê pêk bînin, derziyan lixin, birînê girê bidin.
– Li cem semînar û perwerdeyên jinan Navendên Tendirûstiyê yên Jinan ARÎ têne avakirin. Di van navendan de tedaviya nexweşan, kontrola tendirûstiyê, dana dermanan û her wek semînarên nexweşiyê bê pere pêk tên. Di navendên tendirûstiyê ên jinê de bi ser de qursê werzîşê û şêwermendiya derûnî têne pişkeşkirin.
Karê tendirûstiya civakî pêşî li Qamîşlo û Serê Kaniyê dest pê kir. Ji 2017an ve ev xebat li bajarên Dêrik, li gundê Tepke li navçeya Derîk û li Girkê Legê hate avakirin. Bi ser de karê wargehên koçberan heye. Jin bi perwerde û pêşniyazan di aliyê biryardariyê û qabîliyeta xwe de têne qurtkirin.
Mijara tendirûstiyê di civakê de mayînde û temamî tê minaqeşekirin û tevdîrê wê ciyekî giring digire.
Di çarçova karê civakî a tendirûstî de, jinan zanyariyên bingehîn ên derbarê aboriyê, tendirûstî û derûniyê de ber dest xistin, monopola (yekdestiya) li ser beşa zanistiya tibê şikand û di heman demê de bi aşkera barê bijîjşkan sivik kir. Li hember vê di komînan de helwesta jinan xwe guhert. Wan, komînê jinan de berpirsiyariya tendirûstiyê di herêma xwe de girtin ser xwe. Ew alîkariya malbatên xwedî kesên nexweş, kesê mûhtac an birîndarê derdorê re dikin.
Piştgiriya aborî a vê projeyê pirranî ji aliyê Katholischen Frauengemeinschaft Deutschlands Bistum Trier û karên di Kampên penaberan ji aliyê Weltgebetstag der Frauen in Deutschland pêk tê.