Armanca xebata me a tenduristiyê li aliyekî parastina jinan û malabatên wan in, li aliyê din jî dana agahiyên pisporî a bi miamela bi nexweşiyan re ye. Em bi rêbazên seferberiyên tenduristiyê dixwazin qasî ku bibe, jinan derbarê mijarên tenduristiyê û piranî li ser mijarê beton wan agahdar bikin. Seferberî, piranî wek semînarên demkî, nêzî saetekê tê bi rêvebirin, ku di nava vê demê de cih ji guftûgo û pirsan re jî hatiye veqetandin. Ew bi nîşanên pratîkî ji bo miameleya nexweşiyên rojane pêk tên û ku pêwist be wan dişînin navendên lênêriyê yên tenduristiyê ên bê pere.
Ew dikarin di herêmê de li çend sed jinan binêrin ku di nava bajarekî diyar an li herêmekê bite pêşwazîkirin an jî li tevahiya kantoneka lê çend sed hezar jin dimînin. Hinek seferberî bi hevbeşiya NGOyên li herêmê an bi saziyên rêveberiyê re têne rêxistinkirin.
Wek mînak di salên bûrî de Seferberiyên Tenduristiyê yên WJAS ev in:
- Seferberiya derbarê Qansêra(Penceşêr) Sîngê: Li vêr bi giştî derbarê nîşanên nexweşiyê, lêderbasbûna nexweşiyê û derfetên tedawiyê û her wekî derfetên kontrola xwe bi xwe a bi riya hiskirina wê hatin îzah kirin.
- Seferberiya derbarê nexweşiyên navçûyînê berî her tiştî derfetên sitandina tevdîran armanç dikir. Li hinek herêmên Bakurê Sûriyeyê carinan ji ber kêmbûna avê hemû taxên bajêr lê rast hatine. Jin ji vê hatin agahdar kirin bê wê çawa belavbûnê û di nava malbatê de û wek mînak bê wê çawa bi alîkariya paqijiya malê were aseng kirin.
- Weqfê, jin bi seferberiya li ser zayîna sezeryenê derketina zehmetiyên bi vê re girêdayî û li ser encamên dawî ronî kirin. Di salên dawî de gelek jinan aşkere biryara neştergeriya(zayîna) sezeryenê girtin. Bi riya seferberiyê kar û zerara zayîna xwezayî li hember zayîna sezeryen dan ber hev. Jin hatin motivekirin ku biryara xwe ji bo zayina saxlem û xwezayî bistînin.
- Seferberiya herî nû di derbarê Vîrusa Corona de bû û berî her tiştî jin hatin armaçkirin ku kesên ji ber koçberî û xizaniyê xwe nikarîbûn bigihîjên televîzyon, radio û ragihandin an yên ku li herêmên derveyî bajêr dijiyan.
Bi vê ve berî her tiştî ew hatin agahdar kirin bê wê çawa jin û malbatê jinan karibin xwe ji şewbê biparêzin, dema nîşanê wê derkevên karin çi bikin û bê wê çawa xwe karibin bigihîjin lênihêrîna bijişkî.