Piştî rizgarkirina Kobanê di sala 2015an de plansazî û avakirina projeya mala zarokên ku bi tene ye a Keskûsora Alan a bajarê Kobanê da destpêkirin. Di tebaxa 2018an de yekemîn zarok tê de bicih bûn. 21ê cotmeha (çiriya pêşîn) 2018an de Keskesora Alan bi fermî deriyê xwe vekir.
Li gorî lêpirsîneka Reveberiya Xweser, di sala 2015an de piştê şer, li Kobanê 872 zarokên ku dayîk an bavê xwe winda kirinê û 62 zarokên bê bav û dayikê dijîn. Eger gelek zarok li cem xwediyê xwe hatibin bicîkirin jî, ev hejmara zêde bû sedema avakirina mala zarokan. Ev projeya yekane di tevahiya Kantona Kobanê de, dixwaze ji bo zarokên ji aliyê malbatên wan ve nikaribin werin xwedîkirin re, nîvsêwî û sêwiyan re, bibe maleka nû. Gelek ji van zarokan di salên destpêka ciwaniya xwe û di dema çarenivîsa xwe de rasta êrîşên DAEŞê hatin û rasta şer û destwerdanê hatin, xizanî derbaskirin.
Em wek Weqf dixwazin li Keskûsora Alan konseptekê bi kar bînin ku ji bo zarokan ev cî ne tenê bibe mal, lê belê bi wan re perwerdekar jî bijîn û tevî ku ew zarokên bi trawmayê re rû bi rû mabin karibin perspektîva jiyaneka nû jî biafirînin. Bi wî awayî xebatkarên vê projê dikarin di hemû beşên jiyanê de refaqeta zarokan bikin, ji wan re bibin alîkar, qebiliyetên wan pêşbixin. Mala zarokan zarokên temenê wan ji yekê heta dozdeh salan qebûl dike.
Keskesora Alan, li gorî ku zarok karibin bi hev re jiyaneka ewle bijîn hatiye avakrin û her wiha karibin bi zarokên derveyî sazî re jî karibin bikevin nava têkiliyan. Bi wî awayî ji bo zarokên temenê wan biçûk di hûndirê avahiyê de bexçeyê zarokan hatiye avakirin ku zarokên ji derdorê jî karibin serî lê bidin. Zarokên temenê wan mezin jî diçin dibistanên li heman taxê yên ku bi ser Reveberiya Xweser a Kobanê ve ne.
Di wextê serbest de ji bo zarokan pêşniyazên beşa werzîşê, hûner, mûzîk û çandê hene. Li nêzî mala zarokan cihê futbolê heye û cihê lîstikê heye ku zarokên ciran jî dikarin jê sûdê bigirin.
Ji bo ku xebateka bi wî awayî li bakûrê Sûriyeyê nû ye, lewra jê vî karî re xebatkarên perwerdekirî yên taybet kêm in. Jiber vê di hûndirê saziyê de pêşvebirinin di warê pedagojî, pedagojiya birîna derûnî, alikariya bilez tên pêşkêşkirin.
Di avahiya duyem de navenda perwerdeya ya jinan heye ku dibistana pîşe ji bo jinên ciwan hatiye veqetandin. Li vir jinên ciwan dikarin perwerdeya pedagojiyê û xebata di beşa tendûristiyê de wergirin.
Sazi ji aliyê gellek rêxistinên li herêmê û ji Ewrûpayê piştgiriyê werdigire. Û her wiha em mesrefên rojane, bi alîkariya rêxistinên şirîk li Bakurê Sûriyeyê û ji Ewrûpa werdigirin.
Kasten: Keskesora Alan navê xwe ji Alan Kurdî girtiye ku hinek ji malbata wî ji ber derketina şer di dema koçberiyê de di Derya Sipî de xeniqiye. Wêneyê wî li cîhanê belavbûbû. Em bi vê projeyê dixwazin ji bo pêşerojê li welatê wan bibin hêvî. Dema vekirina Mala zarokan de kesên ji malbata Alan Kurdî wek mêvan beşdarbûn.