Navendên perwerdê ya jinê

Ji sala 2019an ve WJAS navendên perwerdê ên jinê saz dike ku jin karibin zanyariyên xwe ên pratikî û teorîk bi pêş bixin. Şoreşa li Bakurê Sûriyeyê derfet daye û hêvî jê dike ku jin di hemû beşên civakê de beşdar bibin. Ji ber civaka paşverûtî niha jî ne beşeka kêm û ev zêdeyî sedî salan e ku jin bê derfet bûn ku xwe bi pêş bixin an jî ji derveyî malbatê jiyaneka li gorî armanca xwe bimeşîne.

Sudwergirtina ji perwerdeyê tenê ne bes e, jin xwe ji bandora mentalîteya kevneperestiya civak û malbatê rizgar bike. Bingeha hemû pêşnîyazên di Navendên Perwerdeya Jinê karê perwerdeya azadiya jin ye, bi wê riyê jinên ji her temenî wê bên motîvekirin, xwe bi xwe li ser dîroka jinê mijûl bibin, daxwaz û qebîliyetên xwe derxin pêş, fikir û ramanê xwe ên şexsî û kolektîf bi pêş bixin.

Di Navendan de wek mînak dersên xwendin û nivîsandinê ji bo zimanê kurdî û erebî, kompûterê, perwerdeya pîşeyî ji bo terzîtî û koferiyê û her wekî din di warê lênihêrîna nexweşan têne pêşkêşkirin. Xaleka herî giran a ji pêşniyazên perwerdeyê ji xurtkirina konseptên aboriya alternatif pêk tên. Bi vê -ne tenê di nav jinan de- hem aboriya hevgirtî û hem jî serxwebûn û azadbûna wan bi pêş dixe.

Bi vê ve armancên sereke ên WJAS ev in

  • Avakirina Koperatifên jinan û
  • Pêşxistina stukturên hevgirtî wek mînak bi jinan re li herêmên şer

Navendên perwerdeyê her wekî din, ew dever in, ku jin tê de qebîliyetên xwe yên edebî jî biceribînin. Di pirtûkxanan de civînên xwendinê ên bi hev re pêk tên ku jiyannamên jinê, helbest û dîroka jinan têne pêşkeşkrin û ew têne cesaretkirin ku bi xwe bi xwe binivîsîn.

Navenda Perwerde ya Jin ya yekemîn bi tevkî projeya Keskûsorê Alan li Kobanê bi alîkariya gelek rêxistinan hate damezirandin. Hina din têne avakirin an jî têne plankirin.