Parka jinê

Ev projeya ekolojîk ya avakirina parkên jinan li bajaran baxçeyên hêşîn pêk tîne, ku jin, malbat û hevalên wan bikaribin bêhna xwe vedin. Ev park an hedîka derfetê didin jinan ku bikaribin ji nav xaniyên xwe yên dorgirtî derkevin û li derve di çarçoweyeke xwezayî de hêz bigirin û xwe berdin nav fikr û ramanan. Bûyerên ji ber şer û penaberiyê bûn sedem, ku jin malbat, mirov û cînarên xwe winda kirine û hêj bêhtir ji jiyana derve îzole bûne. Park danûstandina di navbera cînaran û kesên derveyî malbatê de bi hêz dike. Li Qamişlo û Serê Kaniyê hin park hatine vekirin. Di her du projeyên nû yên parkan de avakirina sahne û odeyên çalakiyan jî di nav plansaziyê de ne. Wisa çalakiyên çandî, nîşandanên fîlman û çalakiyên perwerdehiyê bên çêkirin. Kesên tên parkên dixwazin sporê bikin, bimeşin an jî li ser giyayan an jî li ser bankan rûnin. Ji bo rojên şilî û bêhnvedana ji germahiya havînê derfetên rûniştê hene. Ji bo hênikbûnê li parkan şirşirik hene. Ji bo zarokan ciyên topê û lîstinê tên çêkirin, ku bikaribin bê xetere bilîzin û hilkişin. Her wisa vekirina Café û dikanên berfeşîr, xwarin û vexwarinan jî di planê de ne, ku koperatîvên jinan vekirina van dikanan rêxistin dikin.

Parkên jinan her wisa pîvanên radestkirina ciyên raya giştî bo jinan in, ku demeke dirêj tenê qismî û li gel kesên din û ne bi biryara xwe dikaribûn bi kar bînin. Li parkan şev û roj xebatkarên ewlehiyê amade ne. Ew ji aliyê WJAS ve tên peywirdarkirin û ji bo parastina jinan û parkan li wê derê ne.

Sedemên dîszindîkirina parkên heyî û avakirina parkên nû ew in, ku di bin serdestiya rejîma Sûriyeyê de qedexe bû mirov bi berfirehî daran biçîne û baxçeyan ava bike. Parkên heyî di şer de û piştî xwevekişandina rejîma Esadî ya ji Rojava wêran bûbûn û bi kêr nedihatin. Di dema ku sotemendiyên gel kêm bûn û rejîmê herikîna avê bo van herêman qut kir û ava wan kêm bû, piraniya darên heyî yên gel jî ziwa bûn. Ji ber hewaya germ û ziwa bexçe û ciyên hêşîn ji bo bêhnvedan û bilindkirina asta jiyanê li bajêr gelek girîng in.