Weqfa Jina Azad a Sûrî (WJAS) li Rojava û bakurê Sûriyeyê li ser zehmetiyên jinan yên aborî. siyasî, tenduristî û çandî bi rêbazên wekî perwerdehiyê dixebite. Weqf bi xebatên xwe ji bo van xalan têdikoşe:
- wekheviya di navbera zayendan de
- ziman û dînên cuda yên herêmê
- rêzdariya di navbera netewe, çîn û komên civakî yên bakurê Sûriyeyê de.
Rêveberiya weqfê li gel tîm û berdevkên komîsyonan
Armanceke bingehîn ya Weqfa Jina Azad a Sûrî ew e, ku ji bo jin û zarokên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên di rewşeke çetîn de, projeyên civakî yên zexm ava bike û heke pêwîst be piştgiriya projeyên heyî yên ji bo heman armancê ne bike. Xebata me karên heyî temam dike û bi riya vê yekê jî giraniya xwe dide ser hevxebata bi jin, rêxistin û mirovên ji neteweyên cuda re, ku ji bo civakeke demokratîk û ekolojîk bi ya azadiya jinê ji xwe re dike armanc. Weqf bi tevahiya projeyên xwe re piştgirî dide azadiya ramanê û pêkhatina kesayeta azad ya jon û zarokan. Xebatên weqfê li ser serxwebûn, beşdariya civakê û çalakiyên jinan ku piştgiriya jiyaneke ji aliyê jinan ve tê avakirin, kûr dibin.
Girêdayî vê têgiha „Weqf“ê ya ewrupî sermiyana Weqfa Jina Azad bi armancên îdeolojîk û bi tevlibûnên idareya jinan pêk tê.