Hedefên me

Li hember şerê salan yê li Sûriyeyê û bi wê re hilweşandina welêt, dûrxistin û koçberiya xwecihî ya mirovan, dijwariya şerê li dijî DAIŞê, kêmasiya her hêlî ve, ji ber encama embargoya navnetewî û zexta berdewama şer, nexasim ji aliyê Tirkiyê ve, civaka bakûrê Sûriyeyê bi tevahî li hember pirsgirêkan rû bi rû maye.

Weqfa Jina Azad li Sûrî di vê rewşê de gavên berbiçav avêt û devdîr girt ji bo rastiya jiyana jinan (û ya zarokên wan) diyar bibe ku li hember daxwazên wan çi asteyê de helwesta xwe nîşan bike.
Ji ber vê yekê projeyên ji hev cûda bipêşve bir û destpêşxerî da destpêkirin ku kêmasiyên vê demê û ji kesên hewcedar re alîkarî were peydakirin.

Bi vê re;

• Başkirina rewşa jinê ji aliyê aboriyê ve wek mînak bi riya;
◦ Rêxistkirinkira alîkariya maddi li hûndir û derveyî bakurê Sûriyê
◦ Avakirin û berfirehkirina cihên kar ji bo Jinan
◦ Destpêşxeriya kooperatifên jin
◦ Kalifiyekirina jinan a pîşeyî

• Başkirina rewşa civakî a jin û zarokann wek mînak bi riya;
◦ Pêşniyazên berfireh yên perwerdeyî ji bo jinan, mêran û zarokan di derbarê mijarên têkiliyên dinav zayendan, şîdet û struktûrên şîdetê, olî, aborî û jiyaneka demokratîk ya hevpar û xwezayî û hwd.

• Başkirina têkiliyên biratiya gelan bi alîkariya çalekiyên hevpar yên jinên kurd, ereb, aşûrî û ermenî wek mînak bi riya;
◦ Avakirina cih û bûyerên çandê yên ku jin bihevre xwe tê de mijûl bikin û bi hev re bidin û bistînin.

• Başkirina pardarbûnên siyasî yên Jinan mînak bi riya;
◦ Parvekirina tecrûbeyan yên bi jinên din re
◦ Hevdîtin, dan û sitandin bi jinên hemû cîhanê re
◦ Afirandina derfetan, yên tê de jin kesayeta xwe di hemû beşên civakî û siyasî de pêş bixin û xurt bikin
◦ Xurtkirina tecrûbeyên hevpar û niqaşên siyasî di navber jinên ermenî, aşûrî, ereb û kurdan de

• Başkirina tenduristiya jin û zarokan wek mînak bi riya;
◦ Avakirina Navendên Tenduristiyê yên Jin ku tê de jin ji perwerdeya jinê sûd bigirin. Bi giştî pirsên di warê tenduristî, derûnî û laşî de û her wekî alîkarî û tedawiyê fêr bibin.
◦ Pêşniyazên perwerdeyî û semînaran ji bo Jinan li ser mijarên tendûristiya jinê û temayê malbatê
◦ Şerê li dijî şidetê û strûkturên şîdetê bi riya perwerdeyê, çalekiyên agahdarkirinê û xebata lêkolînan di derbarê pîvana şîdetê û peydakirina derfetênên di vî warî de.
◦ Xebatên taybet bi jin û zarokan re yên ji ber sedemên şer û şîdetê trawme bûne.

• Başkirina Perwerdeya Jin û Zarokan wek mînak bi riya;
◦ Lêkolîn û lêpirsînên di derbarê raman û rewşa jiyana Jinan de
◦ Ragihandina encamên lêpirsîn û lêkolînan bi riya çapemenî û belavokan
◦ Rêkupêkkirina derfetên perwerdeya zanistî ji bo Jinan
◦ Pêşniyazên di derbarê paraztina çandê wek mînak qursên xwendin û nivîsandinê bi zimanê Kurdî

Em di hemû xebatan de nêrînê ber bi çav, hevpar, dişopînin ku em wek mînak dûristkirina kar di koperatîfan de pêk tînin.