Weqf

Me Weqfa Jina Azad a Sûrî bi navê Weqfa Jina Azad a Rojava di Îlona 2014an de damezirand. Em bi slogana; “Jina azad bingeha civaka azad e!” re ji pirsgirêkên civakî yên Rojava û Sûriyeyê re dibin bersiv. Weqf di 2019an de li bajarên ereb, wekî Reqa û Tebqayê dest bi kar kir. Ji ber vê navê xwe bi Weqfa Jina Azad a Sûrî guhert.

Em weke sazî serbixwe dixebitin û sûd wernagirin. Karê me bi bername, civînan û bi endamên me re tê birêxistinkirin. Hemû kar; bi awayê projeya ji bo pêşxistina civakî bi zayendên azad, demokratîk û ekolojîk tê meşandin. Berpirsyar û rêveberê vê projeyê Weqfa Jinên Azad a Sûrî ye. Em ê hewl bidin ku hemû projeyên xwe bi hev rexistinên hevkar û mirovên berpirsyar yên hevkar re pêk bînin.

Civaka di Sûriye û bi taybetî Rojava de civakeke di aliyên ol, gel, ziman û şewazê jiyankirinê de pir reng e. Gelê Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen bi hev re dijîn. Rewşa civakî hê jî di bin bandora ferasetên civakî yên kevnar û dema wan derbasbûnê de dimeşe. Di civaka Rojhilata Navin de şîdeta li hemberî jinê gihiştibû asteke ku jin tê de tune dihat hesibandin. Tundûtujî bi navê feodalizm, ol û taybetiyên desthilatdarên din hat qewmandin. Her çiqas li me zehmet were jî, lê mixabin li Rojavayê Kurdistanê jî gelek tiştên bi vî rengî derdikevin. Li ser jinê; di temenê biçûk de zewac, tundûtujî, tecawuz, lêdan û hwd. hene. Gelek tiştên ku jin, zarok û jiyanê di milê nerênî de bandor dikin, hene. Bi giştî armanca me jî ew e ku em karibin van tiştan tev bigirin.

Bi vî şerê dijwar û bêexlaqî ku niha berdewam dike li Sûriyê hebûn û tunebûna mirovan nediyarbû. Ji vî şerê ku hê jî li Sûriyê tê meşandin, herî zêde jin û zarok jê zirarê dibînin. Jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen têne tecawuzkirin, revandin û li bazaran tên firotin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi vî rengî yê hovane li Suriyê û Îraqê jî gelek jin hatin qirkirin. Di hedefa çeteyên DAÎŞ’ê de di serî de qadên Kurdan hatine esas girtin, weke; Şengal, Mûsul, Raqa, Hesekê, Serê Kaniye, Kobanê û Helebê.

Pere ji berê de di malbatê de zilam digire û ew xwe weke berpirsiyarê aboriya malbatê dibîne. Li hemberî jinê li ser pere pir şiddet tê meşandin. Ji ber vê, bi ambargo û bêkarbûnê re pirsgirêka cidî ya aborî û birçîbûnê bi taybetî ji bo jin û zarokan çêbû.

Jinên Kurd di parastina li hemberî van erîşan de rolek peşeng a xurt û pîroz lîstin. Li Rojavayê Kurdistanê, jin bi nasnameya xwe ve li her qadê têkoşîna hebûnê dimeşînin. Jin li Rojavayê Kurdistanê dest bi şoreşê kirin û roj bi roj bilind dikin. Weqfa Jinên Azad a Sûrî dixwaze bi vê dînamîka afriner re ji civakê re rê ji bo jiyaneke nû ya azad vedike. Bingeha sabît di civakî de ji bo mirovên û jinên azad pêwîst e. Çiqas azadî bi parastina jinê re hat avakirin, dîsa bandorbûna ji şidetê di asta herî berfireh de li ser civakê heye.

Ji bo şideta ku jin dibînin û bi rewşa şer re zedekirina vê jî, niha jin li Sûriye birînên derûnî jiyan kirin û hin jî dikin. Pirsgerikên civakî di vê astê de tenê bi karekî demdirêj û berfireh re wê bên çareserkirin. Em ê projeyên civakî yên weke; tenduristî, siyasî, aborî, ekolojîk û ji bo wekheviya zayendî bi hezên jin re pêş bixin.

Me projeyên xwe li Kantona Cizîrê li bajarê Qamişloyê dest pê kir û piştre li gori pêwîstiyan berfireh kir. Me proje li bajarên Serê Kaniyê, Til Temir, Kobanê, Girkê Legê, Dêrik, Dirbesiyê, Hesekê û hwd. pêk anîn. Di 2019an de me li Reqa û Tebqayê jî dest bi xebatan kir.